Duşemê 22ê Gulanê 161 hemwelatiyên Kurdên Sûriyê ji Sûdanê gihştine Qamişlo. Piştî nêzîkî mehekê ji hewldanên Rêveberiya Xweser derbarê veguhastina peneberên Kurdên Sûriyê ku ji ber şerê navxweyî li Sûdanê asê mabûn, yekem geşt ku piraniya wan jin û zarok bûn gihiştin malên xwe.
Gelek kesên ku derbas dibin, ne dixwestin li pêş kamîrê biaxvin, ji ber ku li gorî yaseyên penaberîyê ew bi fermî nikarin serdana Sûrîyê bikin.
Li gorî amarên HSD ku di 3 mehên destpêka 2023 yan, Daişê 35 êrîş dijî hêzên wan pêkanîn. Di heman dema destnîşankirî de, HSD 61 oprasyonên pêşwext dijî şaneyên Daişê pêk anîn.
Li gorî Komeleya Mafên Mirovan li herêma Cizîrê, ji sala 2022an ve heya dawiya meha Nîsan ya vê salê zêdetirî 12 kes bi armanckirina sekvanên cendirmên sînorî yê Tirkîyê hatine kuştin ,û 15 kesên din jî birîndar bûne
Tevî fişara ewlekarî li ser Şaneyên Daişê, lê hîn wê rêxistinê şiyanên tevlîkirinê hene û çalake. Kampa Holê, mezintrîn çavkanîya çekdarên Daişê ye, ku berdewam ew perwerdeya nifşê nû yê Daişê li wê kampê pêktîne.
Li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê di van du salên dawî de projeyên çandiniyê yên jinan bi awayekî berbiçav zêde dibin, rol û xebata jinan di wan projeyan de karek bingehîne.
Şanderê Taybet yê Wezareta Derve ya Amerîkayê li Bakur û Rojhilata Sûrîyê îro Duşemê li Qamişlo civînek ligel Partîyên Yekîtîya Niştimanî ya Kurd (PYNK) li dar xist.
Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê nirxê berhemê cotkarên li herêmê bi dolarê Amerîkî destnîşan kir. Nirxê her kîloyek genim bi 0.43 $, û nirxê her kîloyek ceh bi 0.35 $ hat destnîşankirin.
Li bajarê Tirbesipîyê li bakur û rojhilatê Sûrîyê bazarek heye ku jinên bi temen mezin li wir mast û şîr û şînkayê difiroşin.
Derîyê Sêmalka-Pêşxabûr gelek caran jiber sedemên cuda di navbera herdu alîyan de hatiye girtin.
Li bazarên herêmên kurdên Sûrîyê bazirgan malên xwe bi dolar dikirin, û firotin bi lêreya Sûrî ye, ev yek zirarê dighîne bazirganîyê bi giştî, ku gelek bazirgan sermyanên wan têk diçin.
Bi hemahengî li gel şaredarî û desteyên Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê projeyên çaksazkirin û vekirina rêyan bi rê ve diçin. Li gor karbidestan, ev proje dikevin xizmeta geşedan û aramiya herêmê.
Li Gundê Elîfero li gundewarê Qamişlo ku bi gundê patozan tê naskirin. niha demê berîya çinînê , dema çak û amadekirina partozan e, tevî zehmetî û giraniya kar, lê Patozvanan kêfxweşiya xwe tê de dibînin û dibêje, ew debara jiyana wan e.
Kempeynên çandinîya dar û şînkayê li bakur û rojhilatê Sûrîyê tên meşandin, lê tevî wiha jî gelek ji deverê re divê heta ku bigihêje asteke baş di vî warî de.
Nebûna elektirîkê û kêmasiya sotemeniyê, sedemên sereke ne, ku cotkarên bakurê rojhilatê Sûriyê, berê xwe didin bikaranîna enerjiya rojê. Lê ji ber buhabûn kêm tecrubeyî bikaranîna wê hîn sînordare.
Piştî 11 salan Yekîtîya Erebî biryara vegera rejîma Sûrî ya nav civîn û sazîyên yekîtîyê da. Gelo Kurdên Sûrîyê çawa vê gave dinirxînin?
Ji ber berdewamiya şerê navxwe li Sûriyê bi sedhezaran ciwanên kurd koçberî Eruwpayê bûne. Li şûna wan li welat dê û bavên wan yên kal û temen mezin bi tena xwe mane. Dîyardeya temen mezinên ku bi tena serê xwe dijî li herêmên kurdên sûrîyê pirr zêde bûye.
Pirtir bar ke