Kurdên Êzîdî yên derbider ku piştî êrîşên Tirkîyê neşar mane ji Efrîn û Serêkenîyê derkevin, niha li Cizîrê di rewşeke çêtin de dijîn.
Li deverên Kurdan li Sûrîyê karê rojnamevanan çawa derbas dibe? Bi helkefta Roja Rojnemvanîya Kurdî, ku dikeve 22'ê Nîsanê, ev raport bersiva wê yekê dide.
Rewşa abûrî ya xerab kêfxweşîya cejinê li malabtanê xêzan sar dike. Xwedîyên dahatên sînordar nikarin pêdivîyên cejinê dabîn bikin. 90 % ji xelkê Sûrîyê di jêr xeta xêzanîyê de dijîn.
Li herêma Cizîrê li Sûrîyê di vê hevfteyê de lehîyên ji ber barana bihêz û zîpkan zirareke mezin gihand hin cûrên çandinîyê weke Fûl û Gijnîjê. Zirara herî mezin li gundewarên Dirbêsîyê bû ku ziyan giha nêzîkî 60 hezar Doniman.
Ji bo nirxandina rewşa dawî ya herêmên Kurdan li Sûriyê û zelalkirina helwesta Encûmena Niştîmanî Kurdî li Sûriyê (ENKS)ê derbarê hin bûyer û mijaran, berpirsê ofîsa ragihandina ENKS Hesen Remzî bersiva pirsên Dengê Amerîka dide.
Bi dirêjahîya şerê navxweyî li Sûrîyê dîyardeya hiştina zarokên nû hatîn dinê li ber dergehê mizgefet, Dêr û Nexweşxaneyan zêde bûye. Li gorî amaran di sala 2022ê li seranserî Sûrîyê pêtirî 100 zarokên ku dê û bavên wan nayên naskirin hatine dîtin.
Neteweyên Yekbûyî û dezgehên din yên navnetewî texmîn dikin ku dora 100 hezar welatîyên Sûrî ji destpêka şerê Sûrîyê sala 2011'an ve li Sudanê bi cih bûne.
Kurdên Sûrîyê çavê wan li ser hilbijartên Turkîyê ne, ne xasim ku doseya Sûrîyê û pêşeroja herêmên kurdên li Sûrîyê li gorî emcamên hilbijartinan dê bandoreke çawan hebe.
Kurdên Sûriyê bi tundî êrîşa Tirkiyê ya li dij firokxana bajarê Silêmaniyê şermezar dikin. Partîyên kurdên Sûrîyê dibêjin ev êrîş ne tenê armackirina kesayetiyek kurd e, lê ew armancikirina hebûna hemî kurdan ne.
Mihemedê Efrînî yê 40 salî ev 4 sal in li Qamişloyê dijî, lê ew nikare dûrî darên zeytûnan bijî. Ji bav û kalên xwe ve li gundê Qîbarê yê Efrînê xwedî zeviyên darên zeytûnan bûn. Bi hatina wî ya Qamişlo re, çanda darên zeytûnan bi xwe re aniye.
Di rêûresmeke olî de li bajarê Qamîşlo, Kristiyanên katolîk, cejna vejîna Îsa Mesîh pîroz dikin. Li gorî baweriya Kristiyanên Katolîk hezretê Mesîh piştî sê rojan ji mirnê, ji nav miryan rabû û ji nû vejiya.
Ev herdu rê mîna damarên sereke yên bazirganîya Sûrîyê ne. Ji destpêka şerê navxweyî li Sûrîyê sala 2011’an ve ji bo kontrolkirina van rêyan gelek şer, pevçûn û danûstandin çê bûne.
Kristiyanên Katolîk li Qamîşlo li gorî rojnameya Dêra Rojhilatê cejna Vejînê (Qiyameh) ya Îsa Mesîh pîroz dikin.
Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD) Mezlûm Ebdî jî îro Şemiyê di Twîtekê de ev êrîş şermezar kir û got ew cûre êrîş li Îraq û Sûriyê encamên metirsîdar li xwe digrin.
Qamiûloyî gazincan dikin ku bi hatina meha Ramazanê bazar hîn buhatir bûne
Çekdarên girêdayî Îranê êrîşî bingehên hêzên Amerîkî û koalisyona Navnetewî ya Şerê li Dij DAIŞê li Sûrîyî dike, Amerîka jî bersivê dide, gelo wê bandora van nakokiyan li ser rewşa li Sûrîyê çawan be? Û kî dê ji van nakokiyan sûdê werbigire û bikar bîne?
Li herêmên kurdên sûrîyê ku 70% jiyana xelkê herêmê li ser cotkarî û çandiniyê ye, ev çend salin ji ber hişkesalî û şerê navxweyî yê sûrîyê berhemên çandindîyê daketine asta herî kêm, di encam de bi 10 hezaran çotkar xwedî zevîne, lê bê berhem in.
Pirtir bar ke