Helîkopterên Sûrî li Nêzîkî Tixubê Tirkîyê Êrîşî Xwepêşanderan Dikin

Rûniştvanên gundê Guveççî li hêla Sûrîyê ya tixubê meze dikin. Hezîran, 11 2011

Dîdevanên li bakurê Sûrîyê dibêjin, hikûmet li ser bajarên dorpeçkirî helîkopterên êrîşê bikar tîne. Vîdeoyên li Facebookê nîşan didin ku helîkopteran bi çekên giran gule dibarînin ser bajaran.

Çend dîdevan ji televîyona Al Jazeera re got ku helîkopteran êrîşî komeke penaberan kir.

Televîzyonên Ereb yên sateleytî jî hîn dîmenan nîşan didin ku jimareke serbazên artêşa Sûrî dibêjin, wan dest ji artêşê berdane ku li bajarên ku armanca hikûmetê ne, berevanîya sîvîlên bêçek bikin.

Piranîya bajarê Cisr El Şixûr vala û çoklirî xuya dike. Rûniştvanên bajêr jiber operasyonên artêşa Sûrî revîyabûn Tirkîyê, Şahîd dibêjin, leşkerên Sûrî zevîyên ku sîvîlan bikar tînan dan ber agiran û teqe li wan kirin.

Tirkîyê li ser tixubê konan vedan jibo bêtirî 4.000 penaberên Sûrî.

Bi alîyekî din ve, Neteweyên Yekbûyî jî dibêje, Beşar Esed bersîva telefonên Sekreterê Giştîyê Ban Ki-moon nade. Neteweyên Yekbûyî da zanîn, birêz Ban çend caran hewil daye ku bi Esed re bipeyîve, lê rêberê Sûrî nehatiye ser telefonê.