Serok Obama: Divê Beşar Esed Desthilatê Berde

Serokê Sûrî Beşar Esed

Serokê Amerîka Barack Obama daxwaza karvekêşana Serokê Sûrî Beşar El Esed kir, jiber tepeserkirina wî ya kujêr ya xwepêşnderên dijî hikûmeta wî.

Serok Obama di daxuyanîyeke nivîskî ya roja Pêncşemê de got, ew “êrîşên hovane yên dijî sîvîlan” bi tundî şermezar dike.

Serokê Amerîka Barack Obama got, dem hatiye ku birêz Esed desthilatê bihêle.