Hêzên Sûrî Berdewam Xwenîşanderan Dikujin

  • -

Xwenîşanderên Sûrî li ber avahîya NY ya li Ammanê xwepêşandanê dikin û dixwazin ku Beşar Esed serokatîyê berde.

Hêzên ewlekarî yên Sûrî gule barandin ser xwepêşanderan û bi kêmî ve 5 kes kuştin, li vê demê ku bi hezaran Sûrî berdewam ber bi Tirkîyê ve direvin.

Dîdevan û rêxistinên mafê mirovan dibêjin, 3 kes di xwepêşandaneke li taxeke paytaxt Şam de, hatine kuştin. 2 xwepêşandarên din jî li gundekî herêma Daraa hatine kuştin, piştî ku leşkerên Sûrî teqe li xwenîşanderan kir.

Lê, televîzyona dewletê ya Sûrî dibêje, çekdaran endamekî ewlekarîyê kuşt, lê qala kuştinên sîvîlan nekir.

Ajansa Associated Press jî, ji zarê bizavkaran radigîhîne ku di encama topbarana hikûmetê de, bi dehan kes li bakurê welêt hatine kuştin.

Hêzên leşkerî ketin nav bajarokê Cisr El Shugr, piştî ku hikûmetê gotibû ku “çeteyên çekdar” 120 personelên ewlekarîyê kuştine. Piranîya 50.000 rûnîştîyên Cisr El Shugr berî destpêbûna operasyonan revîyabûn û çûbûn Tirkîyê.

Medyaya Tirkî îro Înîyê radigîhîne ku hejmara Sûrî yên revok hema hema gehiştiye 3.000 kesan.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayip Erdogan, hikûmeta Sûrî şermezar kir, jibo eciqandin û tepeserkirina wê ya xwenîşanderan.

Ajansa Anadolu ya niv-fermî radigîhîne ku birêz Erdogan gotiye, hikûmeta Sûrî bi rengekî mirovane tevnegerîyaye.

Rêxistinên mafê mirovan dibêjin, ji destpêbûna xwepêşandanan vir ve, bêtirî 1100 kes ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine kuştin û zêdeyî 10.000 kesên din jî, bi lêdan û êşkenceyê hatine binçav kirin.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Robert Gates li Brukselê got, qirkirina mirovên masum û bê guneh, divê xêm û fikara hemî kesan be.